Malikî tehdîd kir: Heta bûdceya Kurdistanê neyê kêmkirin…!

16-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Iraq (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî daxwaz dike bûdceya Herêma Kurdistanê were kêmkirin.

Parlamentera Iraqê û endama Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê bi serokatiya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, Huda Secad eşkere kir ku di civîna fraksiyona xwe de biryar dane, heta pişka bûdceya Herêma Kurdistanê neyê kêmkirin, tevlî dengdana bûdceya sala 2016ê ya Iraqê nabin.

Wê parlamentera iraqî got, divê bûdceya Kurdistanê ji 17%ê dakeve 13%.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemed jî hişyarî da û got, hewlên ciddî hene ji bo kêmkirina bûdceya Kurdistanê.

Şêx Mihemed daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku çawa ji milîsên şîe re bûdce tê terxankirin divê ji Pêşmerge re jî were terxankirin.

Ev çend roj in Parlamentoya Iraqê dest bi gengeşeya bûdceya sala 2016ê kiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst