Ebadî: Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beis e

16-03-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokwezîr Heyder Ebadî Komkujiya Helebce Kîmyabarana Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir.

 

Ebadî di peyama xwe de wiha got: “Îro bi xemgîniyeke mezin, em ji tawanên rejîma dîktator, Helebceyê bi bîr tînin. Bi hezaran kurdên bêguneh ên Iraqî, di vê pêvajoya komkujiyê de bûne mexdûrên êrîşên kîmyayî. Bermahiyên vê tawanê hêj berdewam e û ev komkujî delîla herî mezin a zilma Partiya Beis a gorbigor e.”

 

Ebadî herwiha diyar kir: “Îro em bi azadî, pirrengî û bi demokrasiyê dijîn. Em hêvîdar in, welatekî ku siberoja wî ronahî ye, ava bikin.”

 

Ebadî bal kişande ser wê yekê ku DAIŞ bermahiya rejîma Beisê ye û got: “Em rûbirûyê nivşeke nû ya terorîst û çeteyan bûne, ku berdewamiya Partiya Beis in û em wê serkevtinê jî bihêztir dikin bi rêya parastina gel û bergirîkirin li azadiyan, bi her birxekê be.”

 

Ebadî ji bo şehîdên Helebceyê rehma Xwedê û ji bo malbata wan jî sersaxî xwest û herwiha got: “Kesên ku li dijî gelê me ev tawan kirine, heta ku cîhan hebe, bi rûreşî dê werin bîra mirovan. Bibîranîna vê rojê, hêza me dê zêdetir bike û têkoşîna me ya bi awayekî yekbûyî dê berdewam bike û rastbûna me jî bilindtir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst