Ebadî: Ez soz didim nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikim

15-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku fetwaya Mezinê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî welat rizgar kir. Ebadî Herwiha tekez dike ku ew soz dide ku nakokî û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.

Ebadî di peyamekê de bo nişteciyên navçeya Ziluiye ya bakurê Bexdayê ku ketiya destê çekdarên DAIŞê, dilgermî da wan û got: “Rewşa Ziluiyeyê û çareserkirina arîşeyên wê di pêşiya hemû karên hikûmeta Iraqê de ye.”

Derbarê çareserkirina kêşeyên Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê, Heyder Ebdî got: “Ez dê pabend im bi çareserkirina tevahiya kêşeyên Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku fetwaya Mezinê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ya cîhada li dijî DAIŞê welat rizgar kir.


Zêdebarî wê yekê ku Başûrê Kurdistanê biryar daye beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê be lê heta niha nakokiyên serekî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nehatine çareserkirin.


Bexda û Hewlêr li ser bûdceya Pêşmerge, madeya 140 a Destûra Iraqê, firtona nefta Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendên Kurdistanê li hev nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst