Berpirsê çekdarên biyanî yên DAIŞê hat kuştin

15-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mûsilê, berpirsê çekdarên biyanî yên DAIŞê rastî êrişeke çekdarî hat û hat kuştin.

Li gorî ajans û malperên iraqî, îro li Mûsilê, berpirsê çekdarên biyanî yên DAIŞê Setam Bexdadî hat kuştin.

Li ser kuştina wî rayedarê DAIŞê, alîkarê serokê bizava iraqî ya bi navê Ehrar, ku ji komek efserên berê yên artêşa Iraqê pêk hatiye, Ebdulezîz Mola ragihand, çekdarên bizava Ehrarê li taxa Şorte ya Mûsilê êrişî Setam Bexdadî kirin û kuştin.

Ebdulezîz Mola diyar kir ku haya wan jê hebû ku Setam Bexdadî li taxa Şorte ya Mûsilê ye.

Bizava Ehrar, roja 13ê Hezîrana par ji aliyê 490 efserên berê yên artêşa Iraqê ve li dijî DAIŞê hatibû avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst