Depoyeke çekên kîmiyayî ya DAIŞê hat rûxandin

14-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Firokeyên şerî yên hêzên hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê depoyeke mezin ya durustkirina çekên kîmyayî ya rêxistinê bombebaran kirin.


Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku wan depoyeke mezin ya durustkirina çekên kîmyayî yên çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Mûsil jinav biriye.

 

Berpirsên ser bi hêzên asmanî yên Amerîkayê ve diyarkirin ku di depoya hatî rûxandin de çekên kîmyayî bi riya bikaranîna xaza klor û xerdelê dihar durustkirin.

 

Berpirsên Amerîkî bal kişandin ser wê yekê ku wan ew dever bi planeke bihêz bombebaran kirine û 50 pêgehên DAIŞê jinav birine û firokeyên ji cureyê B52 û ÊF15 hatine bikaranîn.

 

Berdevkê Fermangeha Navenda Hêzên Asmanî ya Amerîkayê General Jeffrey Harrigan amaje kir ku rêxistina DAIŞê bi wê yekê normên cîhanî binpê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst