Galeriya wêneyan

14-04-2019
12 Photos
RÛDAW

Musenna (Rûdaw) – Nugre Selman ku weke kelheyekê ye, dikeve qezaya Selman a ser bi parêzgeha Musenna ya Iraqê û bûye sembola îşkencedana wan welatiyên Kurd ên ku di serdema rejîma Beisê de li biyabanên başûrê Iraqê hatine komkujkirin.

 

Di bîreweriya hemû kurdan de Nugre Selman heye, weke sembola cenosayda li hember gelê Kurd û weke belgeyeke herî sereke û giring a komkujkirina Kurdan di operasyonên Enfalê d etê hesibandin. Rejîma Beis di navbera salên 1986 heta 1988 de, welatiyên sivîl ên Kurd dibirin Nugre Selman û piştî demek ji zîndanîkirin û îşkencekirinê, ew komkuj dikirin.

 

Operasyonên Enfalê di navbera salên 1986 û 1988 de ji aliyê Artêşa Iraqê ya serdema Beisê de li dijî welatiyên sivîl ên Kurd li Başûrê Kurdistanê û di 8 qonaxan de hatin encamdan. Proseya Enfalê lûtekya siyaseta jinavbirin û komkujkirina Kurdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bû.

 

Li gor vegêrana kesên ku ji wan operasyonan û ji komkujiyên wê serdemê rizgar bûne, hemû kesên ku hatibûn girtin, li Topiz Ava hatin komkirin û piştre xort, jin, zarok û kesên kal ji hev hatin cudakirin, kesên law û xort yekser bi otubus û kamyonên taybet bo çalên mirinê hatin veguhastin û bi saxî kirin bin erdê û ew komkuj kirin. Herwiha jin, zarok û kal jî bo zîndana tirsnak a Nugre Selman hatin veguhastin ku dikeve biyabanên navbera Iraqê û Erebistana Siûdiyê.

 

Şahidhalên ku li nav wê girtîgehê bûne, jiyana di wê girtîgehê de weke "dujeheke biçûk" li ser erdê bi nav dikin û dibêjin, leşkerên Iraqî û beisiyan hemû rêyên azar û îşkencekirinê li hember welatiyên sivîl ên Kurd diceribandin û jiyana li wê derê bi temamî trajedî bû. Tevî îşkencedanê, gellek zarok û kal ji ber birçîtî û ji tîbûnê, li Nugre Selmanê canê xwe ji dest dane.

 

Avahiya girtîgeha Nugre Selman ji du qatan pêk tê. Berpirsê girtîgehê navê wî Ecac Tikrîtî bûye û di bin fermanên wî de hemû rêyên hilwasîn, lêdan, îşkence, sivikatiyên cesteyî û derûnî li ser welatiyên sivîl ên di girtîgehê de dihatin ceribandin.

 

Niha beşek ji dîwarên zîndana Nugre Selman herrifî ye, lê hêj jî dîmenên girtîgehê tirsank in û dirûmên Beisiyan li ser dîwarê wê mane.