Galeriya wêneyan

13-06-2023
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Gola Hemarê ku di nav sînorên parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê de cih digire, gola herî mezin a Iraqê ye.

Gola ku bi xwezaya xwe taybet e û cihê gelek çûk û ajelên kovî ye, ji bo gelê herêmê jî çavkaniyeke debarê ye.

Xelkê derûdora golê debara xwe bi firotina qamîşên papîrus, xwedîkirina dewar û girtina masiyan peyda dikin.

Lê gola Hemarê tevî ku bedewiyeke xwe ya bêhenpa heye û çavkaniyeke debara xelkê ye, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye paşguhkirin.

Welatiyê bi navê Seyîd Ehmed Îsa ku li nêzîkî golê dijî, ji Rûdawê re got ku ew bi salan e li karê masîgiriyê dike û wî heta niha nedîtiya dezgeheke medyayî çû bû wê deverê derbarê wan de nûçe çêkiribe.

Seyîd Ehmed Îsa dibêje: “Ev der pir dewlemend e lê ne hikûmet û ne jî medya mixabin kes bala xwe nadin vê derê.”

Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw