Li Iraqê dadgehek taybet bo mafên mirov tê damezirandin

13-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê rizamendî li ser wê da ku dadgehek taybet bo şopandina dosyayên mafên mirov li Iraqê were avakirin. Endama Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoya Iraqê Eşwqa Caf jî dibêje, bila ev dadgeh nebe siyasî.

Li gorî agahiyan, encumena bilind a dadweriya Iraqê qebûl kiriye ku dadgehek taybet bo rewşa mafên mirov li welêt were damezirandin.

 

Derheqê vê mijarê de, endama lêjneya mafên mirov a parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, damezirandina dadgeha taybet bo mafên mirov li Iraqê gavek girîng e û dikare rolek girînd di parastina mafên mirov de bilîze.”

 

Eşwaq Caf her wiha ragihand, nabe ew dadgeh bibe dadgehek siyasî û bila mîna saziyên din ên darazê karê xwe bi şêweyekî profesyonel pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst