Balyozê Kanada bo Rûdawê: Me 2 milyar dolar li Iraq û Sûriyê xerc kir

13-11-2018
RÛDAW
Nîşan Kanada Iraq Paul Gibbaurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Kanada yê li Iraqê Paul Gibbaurd, di detspêka meha derbabsûyî de bi awayekî fermî dest bi kar kiribû, ji piştî sala 1991 û vir ve ev cara yekem e Hanada balyozekî bo Iraqê destnîşan dike. Gibbaurd di hevpeyvîneke li Rûdawê de ragihand, ku Kanada ji sala 2016a vir ve çalakiyên xwe zêde kirine, ew jî wek beşek e ji stratejiya berfirehtir a li Rojhilata Navîn. Dest bi wê jî nîşan kir ku wek hewlekê bo rêgiriya li ber serîhildana DAIŞê, welatê wî ji sala 2016a û vir ve bi qasî 2 milyar dolar veberhênanî li herêmê kiriye.


Fermandarekî Kanada bo posta rahênarî ya serdema nû ya NATOyê hat erkdarkirin, ew jî wek beşekê ye ji hewlên NATO yên bo têkoşîna raserast a li dijî DAIŞê. Lê Gibbaurd amaje bi wê yekê dike, ku karên Kanadayê tenê di warê  serbazî de ne, tekez ew di warê sivîl, mirovî û geşepêdanê de jî gelek çalak in.


Di dema birêveçûna referanduma serbixwe ya Kurdistanê ya di sala 2017a de, Justin Trudeau yek ji wan serkirdeyên bi qedr ên cîhanê bû ku ragihand, pirsa referandumê “pirseke navxweyî ye”, lê balyozê nû yê Kanada dibêje: “Tevî wê daxuyaniya serokwezîr, me her tim gotiye em piştgiriya iraqeke yekgirtî dikin, me her tim hêviya iraqeke bihêz, seqamgirî, pirreng kiriye.”


Bi gotina Gibbaurd, hikûmeta Kanadayê girîngeyeke zêde dide wê yekê, ku jin beşdarî karûbarên siyasî û rêveberî bibin, yek ji wan mijaran jî ew e, ku derdibire, “Pêşengbûn û serkirdayetî ya jinan e, bo vê mebestê jî ew di warê çend astên cuda de rahêneriyê didin jinan.”


Mijareke din a ku hikûmeta Kanadayê di peywendiya li gel jinan de kar li ser dike, bilindkirina pêgeha aborî ya jinan e. Bi gotina Paul Gibbaurd, bo vê mebestê: “Amûr bo jiyan tên dabînkirin, daku ew bibin pêşeng û beşek ji hêza kar.” Mijara sêyem jî dabînkirina asayişa jinan e û hikûmeta Kanada bi niyaz e ku rahênaniya efserên polîsî bide jinan.


Balyozê nû yê Kanada tenê ev bûye 6 meh ku dest bi kar kiriye, lê di vê demê de 2 caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Di warê karên xwe yên li Herêma Kurdistanê de got: “Beşeke karkirina me li gel serkirdayetiyên partiyan e, bo  ew baştir şêwaza pêkanîna hikûmetê û pêşkeşiya bûyerên siyasî têbigêhin”, lê hewlên Kanda tenê di nav aliyên siyasî yên Kurdistanê de zêde nabin, tekez bo “pêşxistina hemahengî û bazirganî” ya di navbera Hewlêr û Ottawa de ye jî.

 

Hikûmeta Iraqê yek ji wan welatên naskirî ye ku pêşwaziyeke baş li koçber û penaberan dike. Wek balyozê nû amaje pê dike, “Bernameya me ya bi navê ‘Werin Kanadayê” (Come to Kanada) heye, ku bo hemû kesan li ber dest e. Li vir jî han didim xelk serdana wê bernameyê bikin ku têde behsa hemû bijarteyan tê kirin û dikarin temaşe bikin û bizanibin mercên wan digirin an na.” Lê dibêje, “Beşên cuda hene bo ew kesên dixwazin koçî Kanadayê bikin, proseyeke cuda heye bo ew kesên dixwazin wek penaber berê xwe bidin Kanadayê”.


Paul Gibbaurd di herdu serdanên xwe yên bo Kurdistanê de matmayî bûye û dibêje, “Di dema geştên xwe de min demeke gelekî xwe derbas kir, cara pêşiyê ku hatim bi otomobîlê di Hewlêrê re çûn Silêmaniyê, welatekî we yê pir pir xweş heye. Hez dikim karibim zû bi zû serdana wir bikim, Di plana min de heye ku di nav çend hefteyên bê de geştekê bo Duhokê jî bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst