Rêberê tevgera Sedr: Divê ew zû werin cezakirin

11-12-2017
RÛDAW
Rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr
Rêberê tevgera Sedr Muqteda Sedr
Nîşan Tevgera Sedr Muqteda Sedr Iraq Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Muqteda Sedr ragihand, ew qebûl nakin ti kes an jî aliyek bi navê Heşda Şeibî beşdarê hilbijartinên giştî yê Iraqê bike. Herwiha bang li Ebadî kir, ku demildest kesên gendelkar ceza bike.

 

Rêberê tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro Duşemê 11-12-2017, derbarê rewşa Iraqê û bidawîbûna şerê DAIŞê gotarek pêşkeş kir û got: “Artêşa Iraqê xakên hatibûne firotin rizgar kir.”

 

Sedr amaje bi wê yekê kir, ku hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera wî ve çekên dewletê radest bikin û herwiha di demekê kurt de navçeyên hatine azadkirin jî bidin kontrola artêşê.

 

Muqteda Sedr derbarê grûba Seraya Selam jî got, ku dê hêzên wan li Samarayê bimînin.

 

Rêberê tevgera Sedr behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û paşeroja Heşda Şeibî jî kir û got: “Divê beşek ji hêzên Heşda Şeibî tevlê nav artêşê bibin. Nabe rê bidin ti kes an jî aliyekê bi navê Heşda Şeibî beşdarê hilbijartinan bibe.”

 

Derbarê gendeliya li Iraqê jî Sedr diyar kir: “Divê hikûmeta Iraqê rûbirûyê gendelkaran bibe û divê Ebadî demildest gendelkaran ceza bike.”


 (N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst