Fermandeyê pilebilind ê artêşa Iraqê, Berwarî: Ez nehatime kuştin!

11-09-2014
RÛDAW
Fazil Berwarî
Fazil Berwarî
A+ A-

Bexda (Rûdaw)- Fermandeyê hêza Altûnî ya artêşa Iraqê Fazil Berwarî xebera kuştina xwe di şerê milîsên sunnî li parêzgeha Selahedîn a Iraqê de derew derxist û got, ez nehatime kuştin.

Fermandeyê milîsên sunnî li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê Ebû Adil el-Neîmî îro îdia kiribû ku Fermandeyê hêza Altûnî ya artêşa Iraqê Fazil Bewarî (ku fermandeyekî kurd e) di şerê wan de hatiye kuştin.

El-Neîmî her wiha gotibû, bi Berwarî de hinek fermande û efserên din ên artêşa Iraqê jî hatine kuştin.

Lê Fazil Berwarî bi telefonê ji Rûdawê re got ku ew nûçe û îdia derew in ji ber ku ew niha li Bexdayê di civînê de ye û tiştekî pê nehatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst