Nêzîkî 25 hezar xwendevan koçberî Başûrê Kurdistanê bûne

11-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsekî Wezareta Perwerde ya Iraqê ragihand ku hejmara xwendevanên ku koçberî Herêma Kurdistanê bûne nêzîkî 25 hezar kes in.

Organîzatorê Giştî yê Wezareta Perwerde ya Iraqê Ebdul Ezîz Casim ji Rûdawê re ragihand: “Hejmara xwendevanên ku ji Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne gehîştiye nêzkî 25 hezar keç û kuran.”

Casim wiha domand: “Biryar e ku bi rêkeftin ligel Rêveberiya Perwerde ya Hewlêrê û Wezareta Perwede ya Hikûmeta Herêma Kurdustanê 3 dibistan ji wan koçberan re li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bên.”

Ebdul Ezîz Casim herwiha da zanîn ku zehmetî di wê yekê de ye ku valahî di dibistanên Herêma Kurdistanê de tine.

Tê zanîn ku piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve her wiha êrişên DAIŞê li dijî devera Şingalê û hinek navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hejmarek mezin ji xelkê Iraqê berê xwe dane deverên aram ên Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst