Artêşa Iraqê dest bi êrişê kir û Felluce dide ber topan

11-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Enbar (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li parêzgeha Enbarê tên komkirin û Hikûmeta Iraqê ragihand ku operasyona girtina Felluceyê dest pê kiriye û niha hêza wan wî bajarî didin ber topan.

 Şêwirmendê Parêzgarê Enbarê, Sufyan Îsawî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî dorpêçkirina bajarê Felluce bo hefteyekê ji aliyê hêzên Iraqê ve, niha hêzên artêşê û polîs û hêza Heşdul Şeibî berê xwe didin parêzgeha Enbarê da ku di operasyona girtina Felluce de beşdar bibin.”

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Operasyona girtina bajarê Felluceyê ji 3 aliyan ve dest pê kiriye. Herwiha 3 hezar çekdarên DAIŞê gotine emê xwe teslîmî hêzên Iraqê bikin.”

Piştî destpêkirina wê operasyonê, çavkaniyekê ji bajarê Felluce ragihand ku, di encama topbara hêzên Iraqê li ser bajarê wan, bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Pijîşk Ehmed Şamî ji Rûdawê re ragihand: “Nexweşxaniya Felluce îro pêşwazî li 23 terman û 20 birîndaran kir, ku piraniya wan ji jin û zarokan e.”

Ehmed Şamî topxaneyên hêzên Iraqê bi giranî li bajêr dan, ku li çendîn taxên Felluceyê dan.

Bajarê Felluce dikeve parêzgeha Enbarê, ji aliyê bakurê rojava 60 km dûrî Bexdayê ye. Ev derdora salekê ye ku di destê çekdarên DAIŞê de ye. Hêzên artêşê, ewlehiyê, polîs û hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan dest bi operasyonekê kirine bo sitandina wî bajêrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst