Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Iraqê Mîsal Alusî îro Şemiyê nameyeke vekirî arasteyî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û jê pirsî: “Gelo firokexane tenê ji bo xoşewîstên te ne û mafê Xirîstiyan, Cihû, Êzdî, Sabîe, Kurd û Turkmenan nîne?”
Mîsal Alusî di nameya xwe de ku li ser biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo geşta Umrê ji Firokexaneya Hewlêrê bo Erebistana Siûdiyê nivîsiye, wiha dibêje: “Îro bi biryara hikûmeta federal Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat vekirin, loma divê ez spasiya Serokwezîr Heyder Ebadî bikim.”
Alusî got: “Lê serokwezîr di çi ayetek an deqeke Quranê yan hedîseke Pêxember û hedîseke îmaman û maddeyeke destûrê de hatiye ku mafê Misilmanan li firokexaneyên welatê wan heye û mafê Xirîstiyan, Cihû, Êzdî, Sabîeyî, Behayî û ew Erebên erkên xwe yên olî bicîh nayînin û Kurd û Turkmen nîne?.”
Parlementerê Iraqê Mîsal Alûsî herwiha dipirse: “Gelo firokexane tenê ji bo wan kesan e ku hezkiriyên te ne û mirovên din ku naçin Hecê welatiyên din in û nirx û mafê wan kêmtir e?”
Alûsî di dawiya nameya xwe de ji Heyder Ebadî wiha dipirse: “Serokwezîr! Gelo tu dizanî ji wan kesên din, hinek kes hene ku nexweşiyên wan ên demdirêj hene û di nav wan de welatiyên yextiyar hene û malbatên ku nîvê wan li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê û nîvê wan li derveyê ne?”
Piştî encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê çend dorpêçek xiste ser Herêma Kurdistanê û geştên navdewletî yên ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse