Mûsil (Rûdaw) – Gotinên zarokekî mûsilî ku bi tevê malbata xwe ji şer direviya, hemû rûyên DAIŞê û rastiya şerê Mûsilê radixe ber çavan.
Ji ber operasyon û şerê li rojavayê Mûsilê bi sedan malbatên din malên xwe bicîh hiştin û xwe gihandine herêmên bi ewle yên di bin kontrola hêzên iraqî de.
Li nêzîkî Wadî Hecerê ya başûrê rojavayê Mûsilê zarokekî biçûk ê ereb ji peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal re got; “Evan em felişandin. Ti tişt nema. Heta çîkolata jî nema. Em bêzar kirin, nestleyên me jî nînin.”
Dayika wî zarokê jî got, ku ew ji ber şer reviyane û xwe digihînin xizmên xwe ku beriya wan ji herêma şer reviyaye.
Dayikê got; “Mal di Wadî Hecer de nehiştin, hemû xirakirin. Wan em felişandin û gelek zulm û zehmetî dane me.”
Keça vê malbatê jî diyar kir, ku beriya hatina DAIŞê ew diçû dibistanê lê ev 3 sal in nikare here dibistanê.
Rewşa zarokên Mûsilê
Tê pêşbînîkirin, ku 700 heta 750 hezar kes li rojavayê Mûsilê dijîn. Nîvê vê şêniyê zarok in û di nav şert û merxên giran de dijîn. ji aliyekê ve dorpêça DAIŞê, ji aliyê din ve bombebarana giran a hêzên iraqî û hevpeymaniya navdewletî ew neçarê bê xwarinbûnê, birçîtiyeke dijwar kirine.
Zêdetirî 3 meh û nîv in şer û operasyon gihiştiye navenda bajarê Mûsilê. Ji bilî agirê çekan û bombeyan, nebûna dermanan, ava paqij a vexwarinê û nebûna pêwîstiyên xwarinê, rojane zarokan bi mirinê re tîne hemberê hev.
Tê gotin her roj zarok ji ber vê sedemê dimrin. Li gorî zanyariyan tenê di çend rojên derbasûyî de 18 zarok ji ber nebûna şîr û ji birçîbûnê hişk bûne. Tenê di Çileya 2017ê de li rojhilatê Mûsilê 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan, ku temenê wan yek mehî heta 3 salî bûn.
Li gorî amarên rêxistina ne hikûmî ya brîtanî Zarokan Rizgar Bikin, li rojavayê Mûsilê nêzîkî 350 hezar zarok hene.
Nebûna xorek û birçîbûnê wehe kiriye, ku nîştecihên Mûsilê giyayên di nav baxçeyên xwe de bixwin.
Ji ber bombebaranê û ziyana gihiştiye torên avê, herwiha nebûna av û elektrîkê, mûsilî neçar in ava pîs bikar bînin û lewma jî gelek zarok, pîr û kalên Mûsilê nexweş ketine.
Ji ber nebûna dermanan piraniya birîndarên ketine ber pevçûnan, dimrin û cenazeyê gelekan jî di hewşa malan de tê veşartin.
Herwiha, pêwîstiya wan kesên di bin kontrola DAIŞê de mane û di nav agirê şer de dijîn bi çareseriya derûnî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse