‘Qasim Silêmanî li Mûsilê serpereştiya şer dike’

07-11-2016
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê Cîgirê Serokê DesteyaHeşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs Heşda Şeibî
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Cîgirê Serokê DesteyaHeşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs eşkere kir, ku Fermandarê Feyleqa Qûdsê Qasim Silêmanî li rojavayê Mûsilê serpereştiya hêzên mîlîsên şîe dike.


Ebû Mehdî Muhendîsî di daxuyaniyekî rojnamevanî de ragihand: “Li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê, Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî, li eniya rojavayê Mûsilê serpereştiya hêzên Heşda Şeibî dike.”

 

Ji ber, li asta navxwe û navneteweyî nehate qebûlkirin ku Heşda Şeibî beşdarî opesyona nav Mûsilê bibin, mîlîsên şîe di eniya rojava ve piştgiriyê dide Artêşa Iraqê.  Hêzên Heşda Şeibî ji rojava ve gihiştiye nêzîkî navçeya Tileferê.

 

Daxuyaniyên berpirsên Heşda Şeibî rûniştvan û siyasiyên navçeyên sunne nîgeran kiriye.

 

Tevgera Nûceba ku komeke di nava Heşdî Şeibî de ragihandibû, ku Îran di hemû şeran de gelek “cengaweran” dişîne.

 

Herwiha Berpirsê Esaîbî Ehlî Heq Qeys Xezelî jî ragihand, ku ji bo tolhildanê beşdarê operasyona Mûsilê dibin.

 

Şêwirmendê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Îranê jî gotibû, ku Îranê li bakûrê Iraqê darbeyek giran li DAIŞê daye lê hikûmeta Iraqê van zanyariyan derew derdixe û dibêje; “Îran ji aliyê serbazî ve beşdarê operasyonên li Iraqê nabe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst