Biryara Ebadî ya derbarê Hêza Pêşmerge de nehat bicîkirin

07-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da, ku erka parastina Parlamentoya Iraqê ji Hêzên Pêşmerge bistîne û li şûna wan hêzeke din erkdar kir. Lê ev biryara Ebadî hat betalkirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bêyî agahdariya Serokatiya Parlamnetoya Iraqê û parlamenteran biryar dabû, Hêzên Pêşmerge ya ku erkê parastina avahiya Parlamentoya Iraqê li ser milê wan bû, ji parlamnetoyê dûr bixe.

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şaves ji Rûdawê re got, Heyder Ebadî talîmata guhertina Hêzên Pêşmerge ya ku parastina avahiya parlamentoya Iraqê dike, rawestand.

Bextiyar Şaves diyar kir ku derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed ligel Ebadî û Wezîrê Berevaniya Iraqê Xalid Ubeydî civiya.

Aram Şêx Mihemed di daxuyaniyeke de gotibû: “Tenê serokatiya palamentoyê dikare biryara guhertina Hêza Pêşmerge ya ku parastina avahiya parlamentoyê dike, bide.”

Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû: “Bi nêrîna min ev helwesta Ebadî vedigere bo wê çendê ku hefteya borî, dema ku parlamenteran bi bitlên avê êrişî wî kiribûn û wî ji fermandeyê fewca pêşmerge daxwaz kiribû ku bi hêz parêamenteran bike derê û li wan bixe, lê belê fermandeyê pêşmerge ew dawaz red kiribû, ji ber wê yekê ku parlamenteran parêzbendî heye.”

Ji sala 2006an ve heya niha hêzeke pêşmerge avahiya Parlamentoya Iraqê li Bexdayê diparêze. Roja şemiya borî 30ê Nîsanê jî dema ku xwepêşanderan êrişî taxa Kesk a bajarê Bexdayê kirin, wê hêza pêşmerge ti tuntîjiyek li hember xwepêşanderan bi kar nehanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst