Çima Sunî dixwazin Mizgefta Nûrî bilez were nûjenkirin?

06-02-2019
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Li Mûsilê 37 mizgeftên kevn xera bûn
Li Mûsilê 37 mizgeftên kevn xera bûn
Nîşan Mizgefta Nûrî Sunî Mûsil Iraq
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê di şerê DAIŞ û hêzên Iraqî de 37 mizgeftên kevn xera bûn, lê ji wan ti yek weke Mizgefta Nûrî xelkê Mûsilê û Suniyên Iraqê nîgeran nekir.

 

Niha hewşa Mizgefta Nûrî bûye cihê lîstikên zarokan. Piraniya wan di serdema desthilata DAIŞê de li wir bûn û ew yek di bîra wan de ye ku DAIŞê nedihişt li derdora mizgeftê jî bilîzin.

 

Herem û minara mizgeftê bûye cihê xweveşartina çendîn kûçikan, tevî vê yekê jî hêj Mizgefta Nûrî di dilê Misilmanên Sunî de ye û ji bîr nakin.

 

Piştî nêzîkî du salan ji teqandina mizgeftê, çend xwendekarên Zanîngeha Mûsilê yekem nimêja xwe ya bi cemaetî li mizgetê kirin, nimêjek di nav dar û paşmahiyên hilweşîna mizgeftê de, ku rojên xwe yên berê bîr anîne û ji bo vegera wan rojan dua kirin.

 

Muhened Hazim ku ji heft saliya xwe ve li Mizgefta Nûrî nimêj kiriye, dibêje ku wan gelek tişt ji dest dane û daxwaz dike ku hikûmet û aliyên peywendîdar ji bo jinûve avakirina mizgeftê lez bikin.

 

Hazim ku di heman demê de li Zanîngeha Mûsilê mamoste ye, dibêje: “Gelek bîranînên min li vir hebû, baxçeyê mizgeftê cihê dersên olî bû, herwiha nimêj jî têde dihat kirin, weke mînak; di meha Remezanê de nimêja terawîhê û gelek tiştên din. Lê niha rewş gelek xembar e, me gelek tişt ji dest dan, ez hêvî dikim ku hikûmet û xelk di nûjenkirina vê mizgeftê de rolekê bilîzin.”

 

Bi alîkariya UNESCO û li ser erkê welatê Îmaratê, 50 milyon dolar ji bo avakirina Mizgefta Nûrî di nav 5 salan de hatiye terxankirin.

 

Yek ji wan sedemên ku wisa kiriye ku Suniyên Iraqê di nûjenkirina Mizgefta Nûrî de lez bikin ev e: dema çekdarên Heşda Şeibî gihişte mizgeftê, dirûşmên xwe yên taybet li ser dîwarên mizgeftê nivîsandin.

 

Yek ji wan dirûşmên ku hatibû nivîsandin jî ev bû: Em dê navê Mizgefta Nûrî bikin Lehengên Qasim Suleymanî. Ev jî ji aliyê Suniyan ve nehat qebûlkirin, ji ber ku ji bilî dîrokîbûna mizgeftê, li Mûsil û hemû Iraqê sembola Suniyan e.

 

Biryara berfirehkirina Mizgefta Nûrî hatiye dayîn, ev jî bi hilweşandina xaniyên li paş mizgeftê. Welatiyê bi navê Umer Ebdulqadir dibêje ku berî sê mehan zarokek li nav mizgeftê ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da û diyar dike ku diviyabû berî çêkirin û nûjenkirina mizgeftên Mûsilê, parastina jiyana xelkê û dabînkirina debara xelkê bifikirin.

 

Mizgefta Nûrî di navbera salên 1170 – 1180an de bi fermana Nûredîn Zengî hatiye avakirin û di 21ê Hezîrana 2016an de di şerê navbera DAIŞ û hêzên Iraqî de hat teqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst