‘Hestî û pirûskên gelek kurdên nav gorra komî ya Meharî li Necefê şewitîne’

04-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta mafên mirov a Iraqê ragihand, nimûneyên têstên DNA yên 178 kesên ku pirûskên wan di gorrên komî yên bajaê Necef ê Iraqê de hatine dîtin, wenda bûye. Her wiha li gorî agahiyên wezaretê, ji 500 hezar kesên ku ji aliyê rêjîma Beis ve hatine kuştin û wendakirin pirûskên 9 hezar û 900 kesî hatiye dîtin.

Li gorî rojnameya El Alem a iraqî, ev agahî û daxuyaniyên wezareta mafên mirov a Iraqê di demekî de tê eşkerekirin ku lêjneya navdewletî ya karûbarên wendabûyan ragihandibû nimûneyên hinek kesên ku pirûskên wan di gorrên komî yên Iraqê de hatibûn dîtin, wenda bûye.

Lê rêveberê giştî yê pijîşkiya dadê ya Iraqê diyar kir ku di jimartina nimûneyan de xeletî hatiye kirin lê ev xeletî hatiye sererastkirin.

Li gorî amarên navdewletî, heta niha li Iraqê 350 gorrên komî hatiye dîtin ku tê de hestî û pirûskên bi dehan kesên ku destê wan hatiye girêdan û tasa serê wan kun bûye, hatine derxistin.

Li gorî daxuyaniya wezareta mafên mirov a Iraqê, ew 178 nimûneyên ku wenda bûne yên gorra komî ya devera Heyderiye li bajaê Necefê ne ku sala 2008 hatine derxistin.

Di beşek daxuyaniya wezareta mafên mirov hatiye gotin ku yên ku dest bi kampanyaya komkirina nimûneyên DNA kirine di tijîkirina formên malbatên qurbaniyan de xeletî kirine lê ev ne xetayê wezaretê ye.

Ji aliyekî din jêderekî ji wezareta mafên mirov a Iraqê diyar kir ku hestî û pirsûkên gelek qurbaniyên kurd ên gorrên komî yên Meharî li Necefê ji ber temasa elektrîkê şewitîne lê heta niha derbarê bûyerê de lêkolîn nehatiye kirin.

Li gorî wî jêderî, tîmên vedana gorrên komî heta niha 106 gorr vedane û pirûsk û hestiyên zêdetirî 3 hezar kes peyda kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst