Galeriya wêneyan

04-09-2023
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Bi milyonan kes ji bo merasîma Çilê Îmam Hisên a ku piştî Cejna Aşûrayê ye çûne bajarê Kerbelayê yê Îraqê.

Kuştina Îmam Hisênê neviyê pêxember Mihemed û 72 kesên pê re di 10ê Cotmeha 680î de her sal di Roja Aşûrayê de tê bibîranîn.

40 roj piştî Roja Aşûrayê vê carê jî merasîma Çilê Îmam Hisên tê lidarxistin.

Tîma Rûdawê li Kerbelayê ye ku hem di Roja Aşûrayê de û hem jî di merasîma Çilê Îmam Hisên de mêvandariya bi milyonan kesî dike.

Ziyaretkarên bajêr bi hêsiran dua dikin û di nav şînê de çalakiyên curbicur li dar dixin.

Her sal hejmara mêvanên ku ji bo merasîma Çilê Îmam Hisên diçin Iraqê zêdetir dibe.

Piştî ku Herêma Kurdistanê deriyên xwe ji mêvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re vekir hejmar zêdetir bû.