FLAŞ – Li Bexdayê bîlanço giran dibe

04-07-2016
RÛDAW
Bexda
Bexda
Nîşan Bexda Êrîş Kerade Xwekujî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Piştî teqînên duh ên li taxa Kerade ya Bexdayê, hejmara kesên jiyana xwe jidest dane gehişte  167  kesan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar in. Li welat 3 roj şîna neteweyî hate ragihandin

 

Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ragihand ku di êrîşa xwekujî ya li taxa Kerade ya Bexdayê de hejmara kuştiyan ji 160 kesan derbazkir.

 

Li gor zanyariyan 3 kesên jiyana xwe jidest dane Kurd in û du ji wan birane. Têgotin ku hê jî hindek termê qurnabiyan di bin avahiya hilweşiyayî de ne.

 

Piştî teqînan welatiyên Baxdayê li Kerade xwepêşandanek sazkirin û daxwaza dest ji kar kêşandina Wezîrê Navxwe û Fermandarê Operasyonên Bexdayê kirin.   

 

Piştî teqînên duh ên li Bexdayê, hikumetê biryara 3 roj şîna neteweyî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst