Li Bexdayê kemîn li ber leşkeran hat danîn: Kuştî û birîndar hene

04-06-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda Terimiye DAIŞ Kemîn
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Terimiyê  yê ser bi Bexdayê di şerê navbera grûpên çekdar û hêzên ewlehî yên Iraqê de 3 çekdarên DAIŞê û 4 karmendên ewlehiyê hatin kuştin. 

Şaneya Ragihandina Emnî ya Bexdayê ragihand ku li bajarokê Terimiyê ku 50 kilometre dûrî Bexdayê ye, çekdarên DAIŞê kemîn danîne li ber hêzên ewlehî yên Iraqê.

Li gor daxuyaniya  Şaneya Ragihandina Emnî ya Bexdayê, hêzên wan operasyoneke lêgerînê bo girtina çend çekdaran destpê kirine û  di wê demê de bombeyek bi otomobîla hêzên wan de teqiyaye û di encamê de 4 ji endamên hêzên erwlekariyê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. 

Her li gor wê daxuyaniyê di encama derketina şer de 3 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Ev hêza Iraqê ser bi lîwaya 59 ya Tarimîye bûye.  Bajarokê Tarimîye 50 km li bakurê Bexdayê ye û şêniyên wê jî sunne ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst