Parlamenterekî şîe yê Iraqê heqaret li jinên êzîdî kir! Muqteda Sedir lêborîn xwest!

02-04-2016
RÛDAW
Viyan Dexîl
Viyan Dexîl
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Derket holê ku parlamenterekî şîe yê Iraqê heqaret li jinên kurd ên êzîdî kiriye û parlamentera êzîdî Viyan Dexlîl jî bi tundî bersiva wî daye, rêberê Bizava Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir, ji ber wê bûyerê daxwaza lêborînê li Viyan Dexîl kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed, ragihand, îro parlamenterên fraksiyona Ehrar li Parlamentoya Iraqê çûn ba parlamentera êzîdî Viyan Dexîl û ji wê daxwaza lêborînê kirin.

Derheqê sedema vê yekê de jî Hêvîdar Ehmed da zanîn ku parlamenterekî şîe heqaret li jinên êzîdî kiribû, ji ber wê yekê daxwaza lêborînê li Viyan Dexîl hatibû kirin.

Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Dexîl behsa çawaniya bûyerê kir û got, roja pênşemiya borî (31 Adar) min û komek parlamenter me behsa kabîneya nû ya Ebadî dikir. Nişkave parlamenterekî fraksiyona Sedir hat û got; ji bo me girîng nîne kurd deng bidin yan na, emê jinên êzîdî pêşkêşî endamên bizava Sedir bikin!...”

Viyan Dexîl da zanîn ku wê jî bi tundî bersiva wî parlamenterî daye û got: “Min jê re got, heta hûn bi vê zihniyeta xwe ya genî bijîn hûn dê her wiha bimînin, em hezar carî ji we baştir in, eger hinekî şerefa we hebe hûn êdî behsa me nakin!...”

Wê parlamentera kurd anî ziman ku piştî wê aloziyê, ofsîa rêberê bizava Sedir, Muteda Sedir jê re telefon kirine û daxwaza lêborînê jê kirine û gotine, ev ti carî nayê qebûlkirin, hûn xûşkên me ne…şerefa we şerefa me ye. Eger tiştekî wisa gotibe wê çaxê ti ferqa wî û DAIŞê tine…”

Viyan Dexîl her wiha ragihand ku nûner û berdevkê Muqteda Sedir, Elî Simêsim jî bi fermî daxwaza lêborînê jê kiriye û got, gazî wî parlamenterî jî kirine li Necebê lêpirsînê lê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst