Fraksyonên Kurdistanî: Em projeyasaya bûdceya Iraqê red dikin

01-03-2018
RÛDAW
Fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê di konfransa
Fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê di konfransa
Nîşan Iraq Parlamentoya Iraqê Bûdce Fraksyonên Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî li parlamentoya Iraqê di konfranseke çapemeniyê de ragihandin, ew projeyasaya bûdceya Iraqê red dikin û daxwaz ji serkirdatiya siyasiya Kurdistanê dikin ku li hember wê projeyasayê xwedî helwest bin.

 

Di vê daxuyaniyê de, Fraksyonên Kurdistanî amaje bi hewlên xwe yên zêde bo sererastkirina neheqî û nedadmendiya di projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê de dikin û tekez dikin, ku hewlên wan piştî çendîn civîn û gotûbêjên li gel raydarên hikûmeta Iraqê bê encam mane û daxwziyên Kurd nehatine cîbicîkirin.

 

Daxuyanî wiha dibêje: “Piştî bi dehan civînên fraksyonên Kurdistanî yên li gel Serokwezîrê Iraqê û fraksyonên din ên Iraqê û hewlên navdewletî yên ji bo sererastkirina wê nedadmendiya ku di bûdceya 2018an de li hember xelkê Kurdistanê hatiye kirin, ji kêmkirina rêjeya %17, mûçeyên Hêza Pêşmerge bigre heta sererastkirina hevokên nedestûrî, lê belê mixabin piraniya daxwaziyên me nehatin cîbicîkirin û guh bi wan nehate dayîn û weke herdem, îro jî bi siyaseta piranî û piştguhxistina tuwêjeke giring ê Iraqê, dest bi dengdana lis er projeya bûdceyê kirin û heta benda wê yekê jî nesekinîn, ku îro civîna her sê serokatiya were kirin û gotûbêj li ser daxwazên xelkê Kurdistanê were kirin.”

 

Fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê didin xuyakirin, ku ew projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê red dikin û ji serkirdatiya Herêma Kurdistanê jî daxwaz dikin, ku helwesteke zelal li ser wê mijarê nîşan bidin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em di demekê de wê projeyasayê red dikin, daxwaz jî dikin ku serkirdatiya siyasiya Kurdistanê, hêz û aliyên navdewletî bertek nîşan bidin, li hember wê nedadmendiya ku li hember gelê me tê kirin û ew siyaseta şaş were sererastkirin, eger na tevahiya gelê Iraqê dê zirarmendê yekemê nakokiyan dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst