Niha dora Mûsil yan Felluce ye?

01-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Iraqê beriya ku dest bi operasyona Mûsilê bikin, dê şerê bajarokê Felluce yê parêzgeha Enbarê bikin.

Felluce ji destpêka sala 2014ê ve di destê DAIŞê de ye û li gorî berpirsên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî, Hêzên Iraqê beriya ku dest bi operasyona Mûsilê bikin, dê şerê bajarokê Felluce bikin.

Serokwezîrê Iraqê ragihandibû ku, “Girtina Mûsilê tê wateya nemana DAIŞ li Iraqê.”

Emîndarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand: “Divê beriya operasyona Mûsilê Felluce ji destê DAIŞê were derxistin.”

Xelkê Felluce sunî ne û rêkeftin di navbera eşîrên wê û DAIŞê de hete ku bergiriyê de ber de bikin.

Berdevkê Hêza Heşda Şeibî ya şîeyan Ehmed Esedî derbarê şerê DAIŞê de ragihand: “Pêwîst e şerê Felluce beriya operasyona Mûsilê pêk were, lê ew biryar di destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî de ye.”

Felluce û bajarê Rumadî yê ku hefteya borî ket destê hêzên Iraqê de, li parêzgeha Enbarê ne û li gorî zanyariyan, 1000 çekdrên DAIŞê di nava Felluceyê de hene. Hêzên Iraqê û balafirên hevpeymaniya navdewletî rojane li wan didin.

Bajarokê Felluce tenê 60 km dûrê paytexta Iraqê Bexda ye û beriya hatina DAIŞê 300 hezar kes tê de bûn, niha jî nêzîkî 3 hezar malbat tê de mane û metirsî heye ku DAIŞ wan bike mertal.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst