Wezîrê perwerdeyê yê Îranê yê nû; Emê nasnameya Îranîbûnê bihêztir bikin

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Perwerde Riza Murad Sehrayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îranê di civîna xwe ya duh de bi piraniya dengan bawerî da wezîrê ku ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve wek Wezîrê Perwerdeyê hatibû pêşniyarkirin. Wezîrê nû dibêje, plana wî heye ku nasnameya Îranîbûnê di nava xwendekaran û navendên xwedninê de bihêztir bike.

Namzedê ji bo Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, Riza Murad Sehrayî ji parlamentoya wî welatî bawerî wergirt û wek wezîrê perwerdeyê yê wî welat hat destnîşankirin.  

Di civîna parlamentoyê de, ji bo wezîrtiya Riza Murad Sehrayî 167 parlamenteran dengê Erê û 86 parlamenteran jî dengê Na dan. Herwiha 14 parlamenteran dengê spî bikar anîne û dengên du parlamenteran jî hatiye pûçkirin.

Riza Murad Sehrayî xelkê qezaya Nûrava (Nûrabad) a Loristanê ye û piştî ku wezîrê perwerdeyê yê Îranê yê berê Yûsif Nûrî dest ji kar berda, ew du meh bûn ku serpireştiya wezareta perwerdeyê ya Îranê dikir.

Yûsif Nûrî sêyemîn kes bû ku ji aliyê Îbrahîm Reîsî ve ji bo wergirtina erka Wezîrê Perwerdeyê bo parlamentoyê hatibû pêşniyarkirin, û du namzedên wî yên din ji aliyê parlamentoyê ve hatibûn redkirin.

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di wan demên dawî de, guherînên li hev pey ên di wezareta perwerdeyê de rexne kiribû. Xaminêyî di civîneke ligel mamosteyên Îranê de gotibû: “Di van 10 salên dawî de, pênc wezîr û çar serpireşt hatine erkdarkirin û saziyeke ewqas mezin bi guhertina li peyv hev a wezîran derban dixwe.”

Wezîrê nû yê perwerdeyê yê Îranê dibêje, plana wî heye ku nasnameya Îranîbûnê di nava xwendekaran û navendên xwedninê de bihêztir bike.

Riza Murad Sehrayî herwiha dibêje, rewşa perwerdeyê li wî welatî baş nîne û ketiye navbera desthilatdaran û xwendekaran de.

Di civîna parlamentoya Îranê de û berî ku parlamenter deng li ser wezîrtiya wî bidin, Sehrayî axaftinek û pêşkêş kir û ragihand:

“Rewşa perwerdeyê baş nîne, rewşa mamosteyan jî ne baş e, her ji ber vê jî rewşa welatê me baş nîne. Ji bo ku em bikarin pêgeha perwerdeyê bigihînin asta xwe ya baş, divê em yekdil, yekrêz, yekziman û hevalê hevdu bin. Pêwîstiya perwerdeyê bi hevkariya me tevan, hikûmet, gel û parlamentoyê heye. Îsal min raportek da Rêberê Bilind ê Şoreşê û niha ez dê beşek jê pêşkêş bikim. Min di raporta xwe de rêyek nîşan daye û min daxwaz kir ku rêya me were destnîşankirin.

Xala yekemîn derbarê xwendekaran de bû. Min behsa wê kir, gelek geşedanên aloz hene. Me nifşek heye ku di çend salên kêm ên temenê xwe de bi qasî me ezmûna wan heye û alozî dîtine. Divê em kêmasiya xwe ya têgihîştin, peywendî û naskirinê ya derbarê vî nifşî de nehêlin. Divê em axa vî baxçeyî biguherin. Rê hatiye guhertin, lê belê em neguherîne û dema me jî nîne. Divê em xwendekarên xwe ji nav lepên cîhana elektornî ya hov rizgar bikin. Herwiha divê em wan ji wan dersan xilas bikin ku tenê zanyarî ne. Divê em peyamngeh û dibistanên teknîkî bihêz bikin. Divê me ji bo keçên xwe yên afirîner planeke taybet hebe û em wan fêrî şêweya jiyana Îranî-Îslamî bikin. Herwiha divê em nasnameya Îranîbûnê di nav wan de bihêz bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst