Îran: Eger şer derkeve dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe karesat

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Ebas Araqçî Amerîka Şer Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî dibêje, li Waşingtonê hin kes pêdagiriyê li ser şer li dijî Îranê dikin û tekez dike, eger şer çê bibe, dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe karesat.

 

Ebas Araqçî ku berpirsê şanda Îranê bo danûstandinên etomî ye jî, ragihandiye ku piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina etomî, Îranê ti danûstandin bi Amerîkayê re nekiriye û niha jî ti core danûstandinek di navbera herdu welatan de tune ye.

 

Araqçî ku di rojên bihorî de serdana Qeter, Kuwêyt û Behrêynê kiriye, herwiha dibêje, Îran amade ye li gel hemû welatên navçeya Kendavê li ser bingeha rêz û berjewendiya hevbeş, danûstandinê bike.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, hin kes li Waşingtonê berdewam rijdin li ser wê yekê ku li dijî Îranê şer dest pê bikin, bêyî ku haya wan ji encama wî şerî hebe.

 

Wî rayedarê pilebilindê dezgeha dîplomasiya Îranê destnîşan kiriye, eger şer li dijî Îranê were destpêkirin, ew şer di çarçoveya sînorî vî welatî de sînordar namîne û dê tevahiya Rojhilata Navîn tûşî karesatê bibe.

 

Bi gotina Iraqçî, li Waşingtonê du nêrîn hene; aliyek şer dixwaze û aliyê din naxwaze şer derkeve. Iraqçî dibêje: “Em bi hêvî ne ku lojîk bi ser xwesteka şer de biserkeve.”

 

Li aliyekê din Berdevlê Wezareta Derve ya Îranê bersiva gotinên Şêwirmenda Asayişa Niştimaniya Amerîkayê da û ragihand, destê Îranê di êrîşa ser keştiyên bazirganî yên li Bendera Fuceyre ya Îmaratê de nebûye.

 

Ebas Mûsewî duh di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê got, grûpa ‘B’ ku dixwazin di navbera Îran û Amerîkayê de şer çê bibe, tometa wê yekê dixin stoyê Îranê ku di êrîşa bo ser keştiyên Bazirganî  de li bendera Fuceyre ya Îmaratê dest hebûye û diyar kir, kesên di grûpa B de planeke zêhnî hene û xwedî  siyaseteke têkderane ne.

 

Mûsewî got, bila John Bolton û şerxwazên din bizanin ku sebirkirina stratejîk û amadeyiya temam a Îranê jibo berevanîkirina li xwe, astengên li pêşiya derketina şer in.

 

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê, John Bolton pêr şev li Îmaratê ragihandibû, sedema teqînên li Bendera Fuceyre ku têde zirar gihîşte çar keştiyên neftî yên Norwêj, Îmarat û Siûdiyê, mînên deryayî bûne ku bi egereke mezin mînên Îranî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst