Cezayê îdamê yê wî girtiyê kurd bi yekcarî rabû

29-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 
Hewlêr (Rûdaw) – Hat gotin ku cezayê îdamê yê girtiyê siyasî yê kurd Hebîbullah Letîfî ji aliyê rêberê Îranê ve hatiye efûkirin û ew girtiyê kurd êdî nayê îdamkirin.
 
Girtiyê siyasî yê kurd Hebîbullah Letîfî, ku ji aliyê dadgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve bi hêceta “şerê li dijî Xwedê” bi îdamê hatibû mehkûmkirin, êdî nayê îdamkirin.
 
Parêzerê Letîfî, Mihemed Salih Nîkbext ragihand, cezayê îdamê yê Hebîbullah ji aliyê rêberê Îranê Elî Xaminêyî ve hatiye efûkirin.
 
Nîkbext da zanîn, dê di demek kurt de cezayê wî girtiyê siyasî yê kurd ji îdamê dakeve cezayekî din lê negot ew girtiyê kurd dê çiqas ceza werbigire.
 
Biryar bû Hebîbullah Letîfî, ku sala 2007ê li Sine hatibû girtin, sala 2010ê were îdamkirin lê li ser lavahiya Serokomarê wê demê yê Iraqê Celal Talebanî îdama wî hatibû sekinandin.
 
Hebîbullah Letîfî, ku li zanîngeha bajarê Îlamê de dixwend, bi tohmeta endamtiya PJAKê 2007ê li Sine hatibû girtin û bi hêceta ku “li dijî Xwedê şer kiriye” bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
 
Gellek sazî û navendên mafên mirov ên navdewletî, îranî û Kurdistanî daxwaza sekinandina îdama Letîfî kiribûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst