Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin

29-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastina Îranê ragihand, rêxistina DAIŞê ji bo wî welatî tehdîd nîne.

 

Wezîrê Parastina Îranê Husên Dêhqan diyar kir ku DAIŞ nikare ewlehiya Îranê tehdîd bike û wiha got: “Em wê rêxistinê ji xwe re wek tehdîd û gef nabînin.”

 

Li gorî medyaya Îranê, Husên Dêhqan, ku li bajarê Qişmê li başûrê Îranê tevlî merasima vekirina mizgeftekê bibû, ragihand ku Îran wiqasî bihêz e ku dikare her cure liv û tevgerên DAIŞê pûç bike.

 

Dêhqan anî ziman ku sînorên Îranê baş tên parastin û got, em hemû tevgerên DAIŞê çavdêrî dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst