Îran: Destpêka meha 4 dê bi Iraqê re vîze dibe bê beramber

29-03-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Behram Qasimî Iraq Vîza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dema destpêkirina cîbicîkirina rêkeftina navbera Iraq û Iranê ya derbarê vîzaya bê beramber de eşker kir û ragihand, ji destpêka meha Nîsanê ve dê Vîza di navbera Iraq û Îranê de bê beramber be.


Behram Qasimî da xuyakirin, mijara vîzaya bê beramber a di navbera Îran û Iraqê de yek ji destkeftên serdana serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bo Iraqê bû.

 

Qasimî got, di serdana Ruhanî bo Iraqê de, her du welatan li hev kiribû ku Vîza di navbera wan de bê beramber be û tekez kir, Îranê hemû pêngavên pêwîst ji bo cîbicîkirina wê rêkeftine encam dane.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha got, li gor zaniyariyên wan di rojên derbasbûyî de Iraq mijûlî rêxistin û bicîkirina wê rêkeftinê bûye.

 

Têkildarî vê mijarê, Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê roja Çarşemî 27ê Adarê daxwaz ji welatiyên Iraqê kir ku bê vîza serdana sînoran nekin ji ber ku Iraq baş dibîne ku vîza weke xwe bimîne lê bê beramber be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst