Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê birêveçûna merasimên şîn û dawetan hat qedexekirin

27-02-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Vîrusa Korona Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo xweparastinê û wek tedbîrek ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, li çendîn bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê biryara girtina holên dawet û taziyan hat dan.

Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye, ku li parêzgeha Isfehanê ku dikeve navenda Îranê, bi biryara rêveberiya wê parêzgehê birêvebirina tevahiya merasimên dawet û şînan li holên giştî hatiye qedexekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî tedbîrên hevşêwe ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê hatine wergirtin.

Li bajarê Bokanê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve holên dawetan ji roja Şemê 29ê Sibatê ve tên girtin û êdî rê nayê dank u dawet li holan bên lidarxistin.

Rêveberê Tora Tendirustiya Bokanê, Dr. Mihemed Ebasî ragihandiye, wan nameyek ji Qayimeqamê Bokanê re şandiye û têde daxwaz kiriye, ku holên dawetan, holên werzişî, kireş, holên şîn û taziyan û cihên nêrgelekêşanê ji ber xweparastina ji vîrusa Koronayê bêne girtin.

Serokê Odeya Esnafên Bokanê, Seidûn Ehmedpûrî jî diyar kir, wan wek pêngava yekem ji bo rêgirtin ji belavbûna vîrusa Koronayê, biryara girtina holên dawetan dane û dê ji roja Şemiya bihê 29ê Sibatê ve deriyên hemû holên dawetan bêne girtin.

Serokê Sendîkaya Xwediyên Xwaringeh û Telarên Isfehanê, Emîr Husên Ekafzade ragihand, li gor vê biryarê dê rê li birêveçûna hemû merasimên cejn, şîn û dawetan, him li holan û him li cihên servekirî bê girtin

Bi gotina Ekafzade, ji Çarşemê 26ê Sibatê ve dest bi cîbicîkirina biryarê hatiye kirin.

Li Parêzgeha Sineyê jî hemû holên pêşwaziyê yên dawet û taziyan û cihên nêrgelekêşanê hatin girtin,

Serokê Civata Ragihandinê li parêzgeha Sineyê, Hisên Xoş Iqbal ragihandiye, ji bilî girtina cihan, bi hevahengiya li gel Navenda Mezin a Îslamî ya Rojavayê Welat û Komîteya Nivêja Înê ya parêzgehê, biryar e bernameyek ji bo sînordakirina kombûnên mezhebî jî were cîbicîkirin.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî wek rêkarek ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, biryar hatiye dank u tevahiya çalakiyên werzişî bêne rawestandin û avahî û bînayên werzişî yên hikûmî û kerta taybet bêne girtin.

Rêveberê Giştî yê Werziş û Lawan ê parêzgeha Kirmaşanê, Sabir Rehîmî da xuyakirin, eger ev biyar were binpêkirin, aliyê binpêkar berpirsyar dibe û dê were cezakirin.

Cîgirê Parêzgarê Îlamê yê bo karûbarên siyasî û ewlehiyê, Mihemed Nuzerî jî ragihand, ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê çendîn rêkar li wê parêzgehê têne pêkanîn, ku paqijkirina termînalên hatin û çûnê, balafirxane û cihên giştî bi madeyên kîmyayî, girtina dibistan û zanîngehan, betalkirina yarî û kêberiyên werzişî, konsêrt û merasimên zewacê ji wan rêkaran in.

Mihemed Nuzerî da zanîn, ku Nexweşxaneya Mistefa Xumêynî ya Îlamê jî ji bo nexweşên tabet bi vîrusa Koronayê li sînorê wê parêzgehê hatiye terxankirin.

Ji bilî wan rêkaran, li tevahiya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi biryara hikûmeta Îranê, dibistan, zanîngeh û hemû navendên xwandinê hatine girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst