Qasim Suleymanî bo Trump: Ez û Feyleqa Quds tenê têra we dikin

26-07-2018
RÛDAW
Nîşan Qasim Suleymanî Îran Amerîka Feyleqa Quds
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî bi awayekî tund bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump û got: “Pêwîst nake hêzên Îranê beşdar bibin, tenê ez û Supaya Quds têrî we dikin.”

 

Qasim Suleymanî  îro li Hemedanê di gotareke xwe de bersiv da Donald Trump û ragihand: “Ne di asta Serokomarê Îranê ye ku bersiva gotinên te bide, lewma ez weke leşkerek bersiv didim.”

 

Suleymanî amadebûna hêza xwe ji bo rûbirûbûna Amerîkayê ragihand û got: “Em amade ne. Amerîka şer dide destpêkirin, lê Îran bi dawî dike.”

 

Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî, Serokê Amerîkayê Donald Trump weke kesekî "qumarbaz" bi nav kir û got: “Dema bi Çîn, Rûsya û Koreyê re diaxive, şêwaza axaftina wî li kesekî qumarbaz diçe, neku serokê welatekî.”

 

Qasim Suleymanî herwiha dibêje ku Amerîka piştî 17 salan û bi 110 hezar leşkeran li Efxanistanê li dero rêxistina Talîbanê digere daku danûstandinê li gel wî bike, lê gef li Îranê dixwe.

 

Suleymanî diyar dike ku Amerîkayê di wan şerên ku daye destpêkirin yan jî piştgirî kiriye li Iraq, Efxanistan, Yemen û Xezzeyê de şikest xwariye.

Qasim Suleymanî herwiha got: “Trumpê qumarbaz, ez jê re dibêjim em nêzîktirî wî cihê ne ku tu nikarî bifikirî. Gefa kuştina me li me nexwe, em ji şehîdbûnê re tî bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst