Li Îranê di nav her du saetan de 2 kes ji ber pîsbûna hewayê dimirin

26-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, li Îranê di nav her du saetan de kesek ji ber pîsbûna hewayê dimire.

 

Alîkarê wezîrê tenduristiyê yê Îranê Elî Ekber Siyarî, îro li ser pîsbûna hewayê ya Îran û bi taybet bajarê Tehranê kir û ragihand, sala 2012an akinciyên Tehranê tenê 5% ji rojên salê karîn hewaya paqij bibînin.

 

Elî Ekber Siyarî da zanîn, di nav her du saetan de kesek li Îranê ji ber pîsbûna hewayê dimire.

 

Li gorî amarên dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, sala 2012an nêzîkî 7 milyon kes ji ber pîsbûna hewayê mirin ku ev jî du caran qasî asta ku hatibû pêşbînkirin, e.

 

Li gorî wê amarê, ji wan 7 milyon kesên ku mirine, 4.3 milyon kes ji ber pîsbûna hewaya malê û ji ber bikaranîna sotemenî û keresteyên çêkirina xwarinê can dane û yên din jî ji ber pîsbûna hewaya derve mirine.

 

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî her wiha par navên 10 bajarên ku hewaya wan ji her derî pîstir e, ragihand ku bajarê Ehwazê yê Îranê pîstirîn bajarê cîhanê hat naskirin, bajarê Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê jî di rêzên çarem û şeşem ên vê lîstê de bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst