Galeriya wêneyan

20-05-2024
11 Photos
RÛDAW

Xelk li ser cadeya Welî Esrê  kom bûn û şîna Serokkomarê Îranî Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Husên Emîr Abdulahiyan girtin.

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev duh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber ketina helîkopterê Îbrahîm Reîsî, Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest dabû.

Îro Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî 5 roj şîna giştî ragihand.

Cenazeyê Reîsî dê li bajarê Meşhedê were veşartin.

Foto: AFP