Xamneyî referandûm red kir

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Elî Xamneyî Îran Referandum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî daxwaza encamdana giştpirsiyê ji bo pirsgirêkan red kir.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî di civîna bi hejmarek xwendekaran de bersiva wan kesayetiyan da ku daxwaza birêveçûna referandûmê li Îranê dikin û got, “Li ku dera cîhanê heye ku ji bo biryardan li ser pirsên cuda di welat de giştpirsî bê kirin.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê dibêje, her giştpirsiyek wê 6 mehan xelkê bi xwe ve mijûl bike û ew çi gotineke ku ji bo pirsên cuda yên welat giştpirsî bê kirin?

Dijayetiya Elî Xamneyî li gel giştpirsiyê li Îranê piştî vê yekê tê ku di heyama derbasbûyî de çendîn kesayetiyên diyar yên Îranê daxwaz kiribûn ji bo biryardan li ser pirsên girîng giştpirsî bê kirin ku ji kesayetên wek Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî, Serokê Tevgera Kesk Mîr Hisên Mûsewî û Kesayetiyê Sune û Pêşnimêjê Zahidanê Mewlewî Ebdullhemîd û hejmarek kesayetiyên din ên ku di sîstema Komara Îslamî de berpirsatiyên bilind hebûne pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst