Cewad Zerîf: Welatên Rojava li hemberî kîmyabarankirina Helebceyê xwe bêdeng kirin

17-03-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Mihemed Cewad Zerîf Helebce Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku serokê berê yê Iraqê Sedam Husên bi çekên kîmyayî yên ku ji welatên Rojava sitand komkujiya Helebceyê kir. Zerîf herwiha got ku Welatên Rojava li hemberî kîmyabarankirina Helebceyê xwe bêdeng kirin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi boneya 31emîn salvegera komkujiya Helebceyê li ser Twîttera xwe peyamek belav kir û têde derbarê komkujiya Helebceyê de welatên Rojava sûcdar kir ku çekên kimyewî dane Sedam Husên.


Mihemed Cewad Zerîf dibêje ku welatên Rojava pêşî êrişa kîmyayê ya ser Helebceyê înkar kirin paşê jî Îranê sûcdar kirin.


Zerîf  wiha got; "Welatên Rojava dema derket holê ku hevpeymanê wan (Sedam) di vê komkujiyê de çekên kîmyayî yên ku wan çêkirine bi kar aniye xwe bêdeng kirin. Rojava dibe ku dixwaze êrîşa 31 sal berê ya li Helebce û Serdeştê ji bîr bike lêbelê ne em ne jî birayên me yên Kurd dê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin."



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst