Quran jiber kirin û ji mirinê rizgar bûn

15-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îsfehanê ya Îranê, 16 kesên ku bi cezayê îdamê hatibûn mehkûmkirin bo xatirê jiberkirina Quranê ji bidarvekirinê rizgar bûn.

Li gorî ajansa Tesnîm a îranî, Rêveberê Ewqafê yê Îsfehanê Riza Sadiqî ragihand, 16 kesên ku ji ber sûcên cur bi cur bi îdamê hatibûn mehkûmkirin û li benda cîbicîkirina cezayê xwe bûn, ji ber ku karîbûn di heyama girtina xwe de Qurbanê jiber bikin, ji îdamê rizgar bûn.

Riza Sadiqî da zanîn, ji wan kesan 5 jin û yên din jî zilam bûn.

Sadiqî diyar kir ku li gorî pîvanên Ewqafê, her girtiyê ku di heyama girtina xwe de Qurbanê jiber bike cezayê wî jî tê kêmkirin.

Îran di cîhanê de di rêza duyem a welatên ku cezayê îdamê li hember tohmetbaran bikar tînin, cîh digire. Çîn di rêza yekem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst