Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo firokeya Ukraynayê ku pergala parastina Îranê ew bi mûşekê xistibû got ku "Ew şaşiyek e ku nayê efûkirine" û mijarê ji nêz ve dişopînin.
Serokê Îranê Hesehn Ruhanî li Tehranê derbarê xistina firokeya Ukraynayê de axivî û got: " Giringtirîn babet ji bo xelkê me û ji xelkê cîhanê re û ji firokevanî û seqamgîriya asmanê Îranê re ev e, ku ev bûyer bi ti awayekê dubare nebe.”
Ruhanî dibêje: “Min dema ji bo daketina balafirê çawa îhtimaleke nedîtî ferq kir, xwest ku bila daketina balafirê bê lêkolînkirin û di demeke kurt de ev mijar biçe serî. Çawa derket holê, min ferman da ku bila ev yek bi raya giştî re bê parvekirin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Ruhanî got: "Ez soz didim ji bo zelalkirina vê mijarê dê hikûmet meseleyê ji nêz va bişopîne. Serokatiya Erka Darazê jî divê dadgeheke taybet ava bike. Ev dosyayeke ji rêzê nîne û çavê hemû dinyayê dê li ser vê dadgehê be."
Ruhanî herwiha anî ziman: “Ji bo xelkê me gelek giring e ku her kesek, di her pileyekê de be, eger di vê bûyerê de tawanbar be, bihê aşkerekirin û her kes jî ku pêwîste were cezakirin, ceza bi ser de bihê sepandin. Hikûmet xwe li beramber xelkê welatê me û wan biyaniyên ku di vê bûyerê de canê xwe ji dest dane, berpirsyar dibîne û hemû erkên xwe yên yasayî û exlaqî pêk tîne û mijara herî giring jî ev e ku xelk piştrast bibin, ku ew bûyer dubare nabe.”
Berdevkê Erka Daraza Îranê Gulam Husên Îsmaîlî jî diyar kiribû ku di çarçoveya lêpirsîna xistina balafira Ukraynayê de hin kes hatine desteserkirin.
Li Îranê erka darazê ya berpirsê pergala darazê û dadgeh girêdayî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse