Îranê ji ber hevdîtina bi opozîsyonê re bertek da Macron

13-11-2022
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî hevdîtina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Parîsê bi kesên dijberê rejîmê re şermezar kir.

Kenanî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî hevdîtina Macron a bi muxalifên rejîma Îranê re da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyê de got “Serokkomarê welatekî ku îdiaya doza azadiyê dike, asta xwe dadixine, bi kuklayekî ku tê nefretkirin re ku bi eşkere hewil dide kîn tundî û kiryarên terorîstî di van mehên dawî de li erdnîgariya Îranê belav bike û li derveyî Îranê li derveyî Îranê li dijî hêmanên dîplomatîk hewl dide hevdîtin pêk tîne.”

Kenanî da zanîn ku Macron di civîna navborî de bûyerên dawî yên li Îranê weke şoreşekê binav kir û we ji ber vê yekê pê xemgîn bûne û berdewam kir “Ev civîn binpêkirina erkên rayedarên Fransî yên ji bo rûbirûbûna terorê û tundiyê di peymanên navneteweyî de ye.”

Serokkomarê Fransayê Macron roja Înê li paytext Parîsê li Koşka Elyseeyê bi çalakvanên opozîsyona Îranê Messîh Alînejad, Şeyma Babayî, Ruya Pîrayî û Ladîn Berûmend re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst