Îran - Girtiyê kurd 17 roj in li dijî sirgûnkirina xwe di gireva birçîbûnê de ye

13-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Ormiye (Rûdaw) – Rewşa girtiyekî siyasî yê kurdê Rojhilatê Kurdistanê, ku hatiye sirgûnkirin û ev 17 roj in di gireva birçîbûnê de ye, roj bi roj xiratir dibe.

Girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Mihemed Emîn Ebdullahî, ku bi tohmeta “têkdana ewlehiya millî” ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatiye girtin, li dijî sirgûnkirina xwe ketiye gireva birçîbûnê.

Li gorî agahiyên saziyên mafên mirov ên Îranê, Mihemed Emîn Ebdullahî ku beriya niha li girtîgeha bajarê Tebesê yê Îranê de bû, çend roj berê bo girtîgeha bajarê Bîrcendê hatiye veguhestin.

Wî girtiyê siyasî yê kurd, piştî ku ji Tebesê derbasî Bîrcendê hat kirin, ket gireva birçîbûnê û ev 17 roj in di girevê de ye.

Li gorî rapora tenduristiyê, rewşa wî girtiyê kurd roj bi roj xirabtir dibe.

Mihemed Emîn Ebdullahî, li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye û 10 sal berê bi tohmeta dijberiya rêjîma îslamî û hevkarî bi partiyên kurdî yên neyarên rêjîmê re, bi 18 salan hat mehkûmkirin.

Mihemed Emîn Ebdullahî dixwaze derbasî girtîgeheke Rojhilatê Kurdistanê yan jî ya Tebesê bibe  her wiha dixwaze ji qanûna “azadiya bi şert” sûdemand bibe.

Li gorî qanûnên Îranê, girtiyê/a ku zêdetirî nîvê cezayê xwe kişandibe, dikare bi şert were berdan.

Havîna îsal jî Mihemed Emîn Ebdullahî, piştî ku ji girtîgeha Ormiyê bo Tebesê hatibû sirgûnkirin, ketibû gireva birçîbûnê û daxwaza veguhestina xwe bo girtîgeheke Rojhilatê Kurdistanê kiribû lê daxwaziya wî nehatibûn qebûlkirin.

Ji ber dûrbûna girtîgehê, malbata Ebdullahî nikarin wî bibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst