Îsraîlê hewldanên xwe li dijî çalakkirina rêkeftina etomî ya Îranê zêde kirine

13-09-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Rêkeftina Etomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku dihat gotin, danûstandinên derbarê ji nû ve çalakkirina rêkeftina etomî ya Îranê de gihîştine qonaxeke baş, Îsraîlê hewldanên xwe li dijî çalakkirina wê rêkeftinê zêde kirine û her bi wê armancê jî Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid serdana Berlînê kir û nîgeraniyên Tel Avîvê gihand Berlînê.

Di wan demên dawî de pêşketineke berçav di danûstandinên derbarê ji nû ve çalakkirina rêkeftina etomî ya Îranê de çê bûn û ji Îranê û aliyê beramber wate Amerîka û welatên Ewropayê amajeyên erênî dihatin dîtin.

Îran û Amerîka li benda bersivên hev bûn, daku çalakkirina rêkeftina etomî di pratîkê de destpê bike, lê niha Amerîka û welatên Ewropayê dibêjin, Îranê bersivek erênî nedaye, û careke din astengî li pêşiya çalakkirina rêkeftinê derketine.

Ji bilî wê yekê, Serokwezîrê Israîlê Yair Lapid ji bo gotûbêjkirina dosyeya rêkeftina etomî ya Îranê û gihandina nîgeraniyên welatê xwe serdana Almanyayê kir.

Yair Lapid li Berlînê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re civiya, û tekezî li ser wê yekê kir ku ew rê nadin Îran bibe xwedî çekên etomî.

Lapid di preskonferansekê de li Berlînê got, “Niha dema wê yekê ye, danûstandin ligel Îranê bêne piştguhxistina. Îran nikare û nabe wê armancê bidest bîne ku, em dixwazin rêgiriyê li ber bikin, ew jî destgihiştina Îranê ye, bi çekên etomî. Derbarê stratejyaya nû, ji bo rêgirîkirinê li ber Îranê, li ser bidestgihiştina bi çekên etomî, me gotûbêj kir. Eger Îran bibe xwedî çekên etomî, Rojhilata Navîn nearam dike û cîhanê dixe metirsiyê. Her ji bo vê yekê, vegera bo nav rêkeftina etomî, di vê rewşa niha de şaşîtiyeke metirsîdar e.”

Roja 7ê Îlona 2022an, Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî ragihand, Îran roj li pey rojê çalakiyên xwe yên etomî zêdetir dike, û rêjeya uraniyuma wê ya meydanî ya %60 gelek zêde bûye, herwiha Îranê meyandina uraniyumê ji wê rêjeyê derbas kiriye.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî herwiha diyar kir, herwiha Îran rê nade rayedar û lêkolerên ajansê ku pişkinînê li wan sê binkeyên serbazî bike ku paşmayên etomî lê hatine dîtin.

Lewma roja Şembiyê, Brîtanya, Fransa û Almanya ragihandin, bersiva Îranê ji bo gumanên wê ajansê derbarê tevgerên wê yên etomî de nayên qebûlkirin û mercê nû ji bo wê rêkeftinê datîne.

Şêwirmendê Almanyayê, Olaf Scholz jî di preskonferansa ligel Serokwezîrê Israîlê de ragihand, “Em ligel Israîlê hevnerîn in ku, nabe Îran çekên etomî bidest bixe. Lewma jî bi nerîna min, rola vê rêkeftina cîhanî ji bo rawestandin û destêwerdanê di bernameya etomî ya Îranê de rêyeke guncaw e. Mixabin, Îran bersiveke erênî derbarê wê bernameya etomî nedaye nûnerê Ewropayê.”

Îran di bersiva Ewropayê de dibêje, wê ti mercê nû ji bo Rêkeftina Etomî nedanîne, û welatên rojava bi vegera ji aktîvkirina wê rêkeftinê tometbar dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenaanî dibêje, “Îran ti kêşe dirust nekiriye heta bibe rêgir li ber aktîvkirina wê rêkeftinê. Me ti daxwazeke nû bilind nekiriye. Eger aliyên din cenga derûnî bikin û daxwazên bêhtir bilind bikin, ji bo berjewendiyên xwe, êdî Îran serê xwe ji ti yekê ji wan daxwazan re danaxe, lê hêla sor jî derbas nake.”

Li aliyekî din Amerîkayê ragihandiye ku ji bersiva dawî ya Îranê ya derbarê reşnivîsa aktîvkirina rêkeftina etomî nîgeran e.

Roja Pêncşembê 8ê Îlonê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got: “Em ne amade ne, bi van mercên niha yên Îranê, herin nav wê rêkeftinê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst