Îran guman dike ku Îsraîlê du zanyarên wan bi jehrê kuştine

14-06-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Rayedarên Îranê diyar dikin ku gumana destê Îsraîlê di mirina ji nişka ve ya du zanyarên ciwan ên bi navên Eyûb Entezarî û Kamran Axamolayî ku ji zanîngehên herî baş ên welêt derçûne, heye.

Eyûb Entezarî û Kamran Axamolayî ku her du jî ji zanîngehên bilind ên Îranê derçûne, piştî nexweşbûna ji nişka ve di dawiya Gulanê de mirin.

Eyûb Entezarî li navendeke lêkolînên leşkerî endazyarê asmanî bû. Kamran Axamolayî jî erdnas bû.

Li gorî nûçeya Farnaz Fasîhî û Ronen Bergman ji rojnameya New York Times, berpirsekî Îranî û kesekî din yê nêzîkî hikûmetê, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji ber hesasiyeta mijarê ji rojnameyê re axivîn û diyar kir, Îran di wê baweriyê de ye ku ev her du zanyarên ciwan "bi jehrîkirina xwarinê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin."

Medya Îsraîlî û kanalên nûçeyên Îranî yên li derve nivîsîbûn ku Axamolayî li tesîsa nukleerî ya Natanzê ya Îranê dixebitî. Lê belê, hevalên wî îdia kirin ku Axamolayî ji bo kompanyayeke lêkolîna erdnasî ya taybet dixebitî û ti têkiliya wî bi hikûmetê re an bi bernameyeke çekan re tune.

Entezarî ku doktoraya xwe di warê hewavaniyê de girtiye, li ser projeyên têkildarî mûşek û turbînên balafiran li navenda hewayî ya hikûmetê ya li Yezdê, li başûrê rojhilatê Tehran a paytext xebitî.

Li gorî rayedarekî pilebilind ê leşkerî, Eyûb Entezarî piştî ku beşdarî xwarina şîvê bû ku li Yezdê hatibû dayîn, bi jehrî bû. Kesê ku ew vexwendibû xwarinê ji holê wenda bû.

Entezariyê 35 salî yê ku bi malbata xwe re heman xwarin xwar, di 31ê Gulanê de canê xwe ji dest da. Lêbelê, tiştek bi malbata wî nehat.

Di wêne û vîdeoyên di sala 2019an de di medyaya Îranê de hatine weşandin, tê dîtin ku Entezarî li Kompanyaya Tûrbînên Pîşesazî ya Xadirê ku lê kar dikir, gotarek pêşkêşî Serokomarê wê demê Hesen Rûhanî kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê komeleya derçûyên zanîngehê ve hat dayîn de hat gotin ku ew endezyarê fezayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst