Navenda Nûçeyan – 8 çekdarên DAIŞê yên par êrişî parlamentoya Îranê kirin û li rexa gora Ayetûllah Xûmeynîyî gule reşandin li Îranê bo wan cezayê bidarvekirinê hat dayîn.
Serokê Dadgehên Şoreşê li Tehranê Gazanfer Ebadî ji televîzyon hikûmeta Îranê re ragihand ku 8 DAIŞiyên destê wan di êrişên par de hebûne dadgehê derbarê wan de biryara bidarvekirinê da.
Gazanfer Ebadî da zanîn ku mafê wan kesên navborî heye heta 20 rojan serî li dadgeha temyîzê bidin û herwiha da zanîn ku derbarê 18 gumanbarên din de darizandin berdewam e.
Roja 7ê Hezîrana 2017ê çekdaran derbasî nava parlemetoya Îranê bûn û şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û paswanan de derket. Herwiha li rexa gora Ayetûllah Xûmeynîyî jî êrişek pêk anibû û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse