Melayekî Îranê dîsa li Rûhanî vegeriya: Fîlter û lêdan nebe nabe

12-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Melayekî Îranê bi navê Ehmed Elem Elhoda ku pêşnimêjiya bajarê Meşhedê dike, li ser fîlterkirin û astengkirina înternetê her wiha hîcaba jinan bi tundî bersiva Serokomar Hesen Rûhanî da û ragihand, li Îranê “bêyî fîlter, pasewan û dîwaran” arîşe çareser nabin.

Li Îranê ji ber ku sîstem di destê melayan de ye ji ber wê jî tenê mela bi hev dikarin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya niha li ser fîlterkirin û astengkirina malperên civakî û înternetê her wiha li ser kincên ku jin li ber dikin (hîcab) gotibû, mirov nikare bi fîlterkirin û danîna dîwaran û pasewanan pirsgirêkên înternet û hîcabê çareser bike.

Rûhanî her wiha gotibû, ji ber ku dema tu malperekî fîlter dikî fîlterek li dijî wê derdikeve û wê fîlterê dişkêne ji ber wê jî divê wisa nebe û çareyek aqilane jê re bê dîtin.

Li hember vê yekê, melayê bajarê Meşhedê Ehmed Elem Elhoda bi tundî bersiva Rûhanî da û got, arîşeyên kulturî yên welêt bêyî fîlter, danîna dîwaran û pasewanan nayên çareserkirin.

Li gorî wî melayî, divê bi tundî li dijî yên ku “jiyan û exlaqa îslamî” xira dikin, were sekinadin.

Helbet ev ne cara yekê ye ku ev her du melayên îranî dikevin qirrka hev. Çimkî beriya niha jî Rûhanî li ser lêdana qamçiyan û hîcabê gotibû, nabe mirov bi darê zorê xelkê bişîne bihuştê.

Ehmed Elem Elhoda jî gotibû, emê bi hemû hêza xwe li dijî wan kesên ku naxwazin xelkê herin bihuştê, derkevin.

Li Îranê piraniya malperên civakî înternetê hatine fîlterkirin her wiha ew keç û jinên ku hîcaba xwe tam li ber nekin rastî lêdan, girtin û heqaretê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst