Malbata girtiyê kurd Saman Nesîm: Saman sax e

12-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nêzîkî 5 mehan derket holê ku girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm nehatiye îdamkirin û niha di girîtgeha bajarê Zencanê yê Îranê de ye. Saman dê dîsa were darizandin.

Malbata girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm ragihand, wan duh bi Saman re bi rêya telefonê axifîne û Saman ji wan re gotiye, ew niha li bajarê Zencanê girtî ye.

Roja 20ê Sibata îsal hatibû îdiakirin ku girtiyê kurd Saman Nesîm hatiye îdamkirin û kinc û eşyayên wî jî radestî malbata wî hatibû kirin. Lê parêzerê wî piştî belavbûna nûçeya îdama Saman gotibû, Saman nehatiye îdamkirin lê malbata wî bawer nekiribû û destê xwe jê şûştibû.

Vê yekê li Kurdistan û cîhanê dengek mezin vedabû û gellek saziyên navdewletî yên mafên mirov, çalakva jî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabûn.

Li gorî malpera KurdPa, parêzerê Saman eşkere kiriye ku ji ber ku temenê Saman di dema girtinê de kêmtirî 18 bûye, dadgehê qebûl kiriye ku carek din wî dadgehî bike lê nayê zanîn ka dê dîsa cezayê îdam bi ser de were sepandin yan na.

Li gorî agahiyên parêzer, Saman dê piştî cejna Remezanê ji Zencanê bo Ormiyê were veguhestin.

Birayê Saman, Muxtar Nesîm jî gotiye, ew êdî piştrast in ku Saman sax e û nehatiye îdamkirin.

Saman Nesîm, sala 1994ê li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Saman havîna sala 2011ê li devera Serdeştê û li ser sînorê Başûr û Rojhilat ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin.

Dadgehê bi tohmeta “şerê li dijî Xwedê – Muharebe” û endamtiya PJAKê, cezayê îdamê dabû Saman Nesîm. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst