Îranê li Ehwazê 22 kes îdam kirin

11-11-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Ehwaz Xûzistan Îdam Ereb Êrîşa Ehwazê Mehdî Haşimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê îro Yekşembî 11ê Mijdara 2018ê li bajarê Ehwazê ku navenda parêzgeha Xûzistanê ye, 22 kes li sêdareyê dan.

 

Li gorî agahiyan, hikûmeta Îranê ew 22 kes bi tometa ku pêwnediya wan bi êrîşa bajarê Ehwazê hebûye, bidarve kirine.

 

Çalakvanê siyasî yê Ehwazê, Mehdî Haşimî ji Rûdawê re ragihand, îro 22 kes ji çalakvanên Ereb ên Ehwazê bi tometa ku pêwnedî bi êrîşa Ehwazê hebûne, ji aliyê Îranê ve hatine bidarvekirin.

 

Mehdî Haşimî got, malbatên wan çalakvanên Ereb bo zîndana navendî ya Ehwazê hatine bangkirin û rêveberiya zîndanê belgenameyên canjidestdana wan kesan radestî malbatan kirine.

 

Haşimî herwiha da xuyakirin, di nava kesên îdamkirî de bavek û du kurên wî jî hene.

 

Berpirsên Îranê heta niha bi awayekî fermî ew zanyarî piştrast nekirine.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê nikare bi awayekî serbixwe wan zanyariyan piştrast bike.

 

Di roja 22ê Îlona îsal de, êrîşeke çekdarî li bajarê Ehwazê li dijî nimayişa leşkerî ya hêzên Îranê pêk hatibû, ku di encamê de 29 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

 

Supaya Pasdaran a Îranê pêştir weke bersivek bo êrîşa li Ehwazê, bi çend mûşekên balistîk ên dûrhavêj, hin pêgehên li başûrê rojhilatê Dêrezorê li nav xaka Sûriyê kiribû armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst