Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bazar hatin daxistin

09-10-2018
RÛDAW
Duh û îro hejmareke zêde ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke nîşandana nerazîtiyê dikan û bazarên xwe daxistin
Duh û îro hejmareke zêde ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke nîşandana nerazîtiyê dikan û bazarên xwe daxistin
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran. Sine. Kirmanşan Tehran Tebriz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh û îro hejmareke zêde ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weke nîşandna nerazîtiyê li hember rêgiranî û rewşa xirab a bazarê man girtin û dikan û bazarên xwe daxistin.

 

Grevgirtna duh û îro li bajarên Rojhilatê kurdistanê weke Kirmaşan, Sine, Seqiz, Merîwanê û Miyandavê bû, li bajarên Îranê jî li Tehran, Meşed, Tebrîz, Kerec û hejmareke bajarên din brêve çû.


Li gorî zanyaryên Rûdawê, li bajarê Sine, odeya pîşesazî ya wê parêzgehê bi kurtename dikandar û bazarî agahdar kirine ku divê deriyê dikan û bazarên xwe vekin.


Odeya pîşesaziyê Sine hişyarî daye ku eger her kesekî dikana xwe veneke, her tiştek bê serê wî, berpirsatî li stûyê wî bixwe ye.


Hevdem li gel grevgirtina bazariyan, li çendîn bajarên Îranê jî akokar û xwedî barhilgiran jî man girtin.


Li gorî wan dîmenên ku di torên civakî de belav dibin, li bajarên Tebrîz, Benderebas, Erak, Neteniz, Îsfeha û çend bajarên din, tanker û barhilgir ketine grevê û kar nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst