Rêxistina Mafê Mirovan serdana balyozan ji bo Girtîgeha Evîn rexne kir

09-07-2017
RÛDAW
Zîndana Evîn
Zîndana Evîn
Nîşan Zîndana Evîn Îran Balyoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serdana balyozên 50 welatan bo Zîndana Êvîn a Tehranê rastî rexneyên tund yên rêxistinên mafên mirovan hat. Rêxistina Berevaniya Mafê Mirovan ya Îranê nameyek ji reportera Netewên Yekbûyî (NY) ya taybet bi pirsa mafên mirovan li Îranê re şand û got, ku wan balyozan di demekê de seredana Zîndana Evîn kirine, ku berê berpirsên zîndanê bi plan zîndaniyên nerazî û rexnegir cuda kiribûn. Herwiha balyozan serdana benda zîndaniyên siyasî jî nekirine.

 

Ferşa sor ji bo pêşwaziya balyozên 50 welatan li Zîndana Evîn a Tehranê hatibû raxistin, ku Evîn mezintirîn girtîgeha Îranê ye.

 

Di girtîgehê de bi hezaran girtiyên siyasî û sivîl hene. Ji bo hinek kesan cihê kabîsk û reşeyê zêdetir ne tişteke din e. Lê tişta ku van balyozan  dîtin berovajî wê yekê bû.

 

Balyozê Portûgalê ji rojnamevanan re got: “Îro derfetek ji bo me çêbû, ku haydarî Girtîgeha Evîn bin. Ev modeleke baş e, ez matmayî bûm. Bi baweriya min girtîgeh di rewşeke baş deye. Min bawer ne dikir ku rewşa vê dere ev hinde baş be.”

Hindek cihên girtîgehê li berçavên balyozan lûks bûn. Ji ber ku di hindek odeyan de hemû pêwîstiyên mirovan têde ne û cihê jiyana çar kesan e.

 

Ev serdan bi hevahengiya Dezgeha Dada Îranê bû. Cîgirê Desetaya Mafên Mirovan Kazim Erîb Abadî got, wan xwest wan gotegotên bê bingeh eşkere bikin ku derbarê girtîgehên Îranê de tên gotin.

 

Vê yekê nerazîbûna çalakvanên mafên mirovan li pey xwe anî. Navenda Parastina Mafên Mirovan nerazîbûna xwe bi awayeke fermî gihande Raportera Taybet a NY ya Karûbarên Îranê  Esma Cîhangîrî û got; “Berpirsan girtiyên nerazî û rexnegir ji bo cihekî din vegûhestine.”

 

Di nameya vê rêxistnê de hatiye gotin, ku balyozan tenê beşekê zîndanê dîtine, zîndaniyên siyasî nedîtine, ku di demekê de rewşa girtyên siyasî hemû gavê cihê nerazîbûnê bûye.

 

Gelek caran nerazîbûn li ser rewşa girtîgehên Îranê hene. Serokê Rêxisitna Girtîgehan a Îranê Esxer Cîhangîrî jî berya demekê gotibû, ji aliyê xwarin, tendurustî û dermandanê ve pirsgirêkên girtîgehan hene, pêwîste xizmetguzaryên girtîgehên navçeyên piştguhhavêtî bên baştir kirin.

 

Wezîrê Tendurustiyê ya Îranê jî sala derbasbûyî hişyarî dabû, ku qerebalixiya girtîgehan û kêmbûna xizmetguzariyan, herwiha cihên neguncayî, dê bibin sedema belavbûna nexweşiyan û ev yek jî metrisî ye.

 

Serdana hindek balyozxan bi plan bû û zêdetir jî weke pîknîk û seyranê bû. Ji lewra baştirîn curên xwarin û şîrîniyan li baxên Girtîgeha Evîn hatibûne danîn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst