Rewşa tenduristiya girtiyê kurd Mihemed Sidîq Kebûdvend baş nîne

08-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Tehran (Rûdaw) – Serokê girtî yê Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sidîq Kebûdvend nexweş e û Îran jî nahêle ew li nexweşxaneyeke derveyî girtîgehê were dermankirin.

Li gorî malpera Rêxistina Mafên Mirov a Îranê (HRANA), çalakvan û Serokê RMMKê Mihemed Sidîq Kebûdvend, ku ev 9 sal in bi hêceta “dijberiya asayişa millî” û “şêlûkirina raya giştî” ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye girtin û di girtîgeha Êvîn a bajarê Tehranê de ye, pir nexweş e.

Hevjîna Kebûdvend jî dibêje, dewleta Îranê nahêle Mihemed Sidîq li derveyî girtîgehê were dermankirin ji ber wê jî rewşa tenduristiya wî her ku diçe xirabtir dibe û daye zanîn, ji roja çarşema borî ve (5ê vê mehê) Kebûdvend li ser hişê xwe diçe.

Li gorî ku hevjîna wî çalakvanê kurd dibêje, Kebûdvend beriya ku were girtin ti nexweşiyeke wî tinebû lê niha gurçikên wî dêşin, li ser hişê xwe diçe û cildê (post) wî jî tûşî nexweşiyê bûye.

Kebûdvend ji ber avakirina RMMK û bi tohmeta “dijberiya asayişa millî, şêlûkirina raya giştî, propagandaya li dijî rêjîmê” bi 11 sal zîndan hatiye mehkûmkirin, tenê 2 sal cezayê wî maye xilas bibe.

Herî dawî dozek din jî ji ber nivîsandina pirtûkekê li ser binpêkirina mafên jinan li Îranê, li dijî Kebûdvend hatiye vekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst