Ji bo Ehmedî Nejad dîn bûye

08-07-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/el-Erebiye) – Ajansa Nûçeyan a Îtalya (ANSA) di nûçeyeke xwe de belav kiriye ku keçeke Îtalî ya bi navê Sîlviya Valîryo ku berî du salan namzeda keça herî ciwan a Îtalya bû, evîndarê serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedî Nejad bû.

Sîlviya Valîryo ji ajansa ANSA re wiha gotiye: “Ez dixwazim ligel serokê Îranê Ehmedî Nejad bizewicim. Ji ber ew ne tiştekî kêm e.”

Valîryo berî du salan wiha gotibû: “Ez dixwazim perdeya min a keçîniyê ji aliyê Ehmedî Nejad ve ji dest bidim û ligel wî seksê bikim.”

Sîlviya Valîryo dibêje: “Ehmedî Nejad di dema me de dahênereke. Wî opozisyona Amerîka bêdeng kir û timî ji bo Amerîka metirsiye.”

Sîlviya Valîryo 22 saliye û nivîskara pirtûka ‘Rojekê serokomar bû’ ye û Ehmedî Nejad wekî tekane mêrê rast ê cîhanê bi nav dike û wiha dibêje: “Ehmedî Nejad tekane mêrê li ser cîhanê ye.”

Sîlviya Valîryo negotiye ku gelo ji berî du salan ve perdeya keçîniyê parastiye yan na. Herwiha helwest li ser wê yekê nîşan nedaye ku ger Ehmedî Nejad ligel nezewice.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst